Li gorî agahiyên KurdistanHRN'ê, cezayê darvekirinê derbarê 4 ji 7 girtiyên siyasî Pexşan Ezîzî, Hatem Ozdemîr, Yusuf Ahmadî, Mehrab Abdullahzade, Nasser Bekerzadeh, Rauf Şexmahrufi û Mihemmed Farajî, ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatiye erêkirin. Lê hate diyarkirin ku navê 4 girtiyên siyasî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye teqezkirin, nayê zanîn.
Piştî biryarê, malbatên girtiyan û aktivîstên ji Îranê bang li raya giştî kirin ku darvekirin werin rawestandin.
LI GIRTÎGEHAN ZEXT ZÊDE DIBIN
KurdistanHRN'ê diyar kir ku rejîma Îranê ji destpêkirina şer ve li girtîgehan bi hinceta "ewlehiyê" kontrolên leşkerî zêde kiriye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkîliya girtiyan ya bi malbatên wan re hatiye kêmkirin, hevdîtinên bi telefonê hatine sînorkirin û hevdîtinên parêzeran tê astengkirin.
Nediyarîbûna têkildarî rewşa girtiyan dewam dike, rêxistinên mafên mirovan hişyarî didin ku dibe ku darvekirin her kêlî pêk werin.